
Platforma Tendurîstiya Amedê di wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de daxuyaniyek kir û bal kişand ser mafê xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku di hemû saziyên tenduristiyê de pergala pirzimanî were avakirin û astengên li pêşiya bikaranîna Kurdî werin rakirin.
Daxuyaniya Platforma Tendurîstiya Amedê ji aliyê SES Amed Şube Eşbaşkanı Mehmet Nuri Ulus ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kovara Hawarê ya ku di 15’ê Gulanê 1932’an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê dest bi weşanê kir, ji bo ziman û wêjeya Kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye û divê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bi azadî were bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku astengiya zimanî di xizmetên tenduristiyê de ji bo nexweş û xebatkarên tenduristiyê pirsgirêkên cidî diafirîne. Hat gotin ku di danîna teşxîsa nexweşiyê de anamnez yek ji gavên herî girîng e û pêwîst e ku nexweş û bijîşk bi heman zimanî biaxivin an jî nexweş bikaribe xwe bi zimanê dayikê baş îfade bike.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser wê yekê ku mafê tenduristiya bi zimanê dayikê ne tenê daxwazeke teknîkî ye, her wiha mafekî neteweyî, civakî û kolektîf e. Her wiha hate gotin ku polîtîkayên dewletê yên li dijî zimanê Kurdî di pergala tenduristiyê de jî xwe nîşan didin û ev rewş gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo jinan, kal û pîran û kesên koçber zor dike.
Di dawiyê de di daxuyaniyê de hat xwestin ku di saziyên tenduristiyê de pergala pirzimanî bibe mecbûrî, ji bo personelên tenduristiyê perwerdehiya zimanî û çandî were dayîn û “mafê tenduristiya bi zimanê dayikê” bikeve bin garantîya destûrî.
